Li Dêrazorê encamên kongreya kombûna jinên zenûbiya hatin şîrovekirin

Desteya Rêveber a Kombûna Jinên Zenûbiya ya Dêrazorê bi civînekê encamên Kongreya Yekemîn a Kombûna Jinên Zenûbiya şîrovekir.

Kombûna Jinên Zenûbiya 1’ê Hezîrana 2021’an Kongreya Yekemîn li darxistibû.

Bi armanca şîrovekirin û nîqaşkirina encamên kongirê, Desteya Rêveber a Kombûna Jinên Zenûbiya civînek li bajrokê Hecînê yê rojhilatê Dêrazorê li dar xist.

Di civînê de piştî rêzgirtinê, berdevka Kombûna Jinên Zenûbiya Şehrezad Casim encamên kongreya damezrîner a kombûnê xwend û şîrove kir.

Şehrezad Casim da zanîn ku kombûn rêxistineke siyasî, civakî, aborî û ekolojîk e û jinên ji hemû gel û çandên li Sûriyê di nav xwe de digre.

Şehrezad diyar ku armanca ji kombûnê pêşxistina rewşa jinan di hemû qadan de û li dijî hemû cûreyên qirkirin û desthilatdairyê ye.

Beşdaran behsa rola jin di hemû qadên jiyanê de û çawaniya pêşxistina wan kir.

Civîn bi nîqaşan bi dawî bû.

Back to top button