Şeniyên Mexmûrê: Divê gelê Kurd li hemberî kirinên PDK’ê bêdeng nemînin

Çalakiya girava berçîbûnê ya Mazlûm Dag û Ebdurehman Er a di girtîgeha PDK’ê de 53 rojin didome.
Şêniyên Mexmûrê diyar kirin pêwîste raya giştî û gelê Kurd li hemberî girtina van ciwanan bêndeng nemîne.”

Endama Saziya Malbatên Şehîdan Hezar Nerexî anî ziman ku PDK dixwaze bi girtina herdû ciwanan tola Mîta Tirk ji gelê Kurd bigire.

Hezar Nerexî diyar kir PDK’ê îradeya xwe firotiye dewleta Tirkiyê.

Lewma di îşkence kirina herdû ciwanên Kurd de bi îsrare.

Endama Saziya Malbatên Şehîdan Hezar Nerexî bang li PDK’ê kir ku dawî li kiryarên xwe yên qirêj bîne.

Cîgirê Dîwana Meclîsa Gel a wargehê Rûbar Spêndarokî jî li ser mijarê axivî û da zanîn ku girtina herdû ciwanên Bakurê Kurdistanê, ji bo Başûrê Kurdistanê şermek pir mezine.

Rûbar Spêndarokî bang kir ku divê gelê Kurd li hemberî kirinên PDK’ê bêdeng nemînin.

Back to top button