Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê ragihand ku wê Amerîka hêzên xwe yên leşkerî yên li baregeha Eyn Esed û Hewlêrê kêm bike.
Fermandariya Operasyonên Hevbeş ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku civînek di navbera Lijneya Teknîkî û Leşkerî ya Iraqê de pêkhatiye.
Di civîna ku behsa ewlekariyê hate kirin de wiha hat gotin:
“Guftugoyên ewlekarî û teknîkî hatin kirin.
Ev guftugo di çarçoveya dewama diyaloga stratejî ya Iraq-Amerîka de pêkhatiye.”
Li ser mijara civînê jî hate gotin;
“Her dû alî li ser kêmkirina leşkerên Amerîkî yên li baregeha Eyn Esed û Hewlêrê, lihevkirine.
Wê heta dawiya vê mehê ev pêvajoya kêmkirina leşkeran bi dawî bibe.
Hebûna hêzên Hevpeyman û Amerîka li ser daxwaza Iraqê ye û divê ji aliyê Hikumeta Iraqê ve jî werin parastin.”