Mîhrîcana 3’yemîn a Şehîd Stêrvan li bajarê Kobanê di roja xwe ya duyemîn berdewam dike.
Mîhrecana ku ji aliyê Tevgera Jinên Ciwan a Herêma Firatê ve hate orgenîzekirin, di roja duyemîn de berdewam dike.
Mîhrîcan li avahiya Desteya Ciwan û Werzîşê û yarîgeha “Dostaniya Kobanê û Norwêcê Hejmara 1” bi beşdarbûna 7 tîmên werzîşê yên ji bajarên Kobanê li dar ket.
Di mîhrecanê de lîstokên mîna Tênis, Şetrenc, Tekwando, Fotbol û pêşbaziya bisîkletê hate pêşkêş kirin.