“Divê hikûmeta Başûr paşperdeya şehîdxistina Şukrî Serhed eşkere bike”

Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut, ê ku bi navê Şukrî Serhed tê naskirin, duh li Silêmaniyê bi êrişeke çekdarî hate şehîdxistin..

Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK’ê got êrişa li dij Yasîn Bulut, bi destê MÎT’a Tirk pêk hatiye..

Di çarçoveyê de, cîgirê serokê hikûmeta Başûrê Kurdistanê Qubad Talebanî kuştina Şukrî Serhed şermezar kir..

Qubad Talebanî got divê ewlekarî li kujeran bigerin, bigirin û radesrtî dadgehê bikin..

Rêvebera Polîtboruya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Şanaz Îbrahîm Ehmed jî got:

“Divê her kes bizane Silêmanî cihê azadî û aramiyê ye.

Em bûyereke wiha bi tundî şermezar dikin.

Ji ber vê yekê divê hêzên ewlekariyê kujeran bigire radestî dadgehê bike..”

Tevgera Goran jî bang li aliyên peywendîdar kir ku di demeke nêz de paşperdeya bûyerê eşkere bikin.

Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêrê her wiha, anî ziman ku şehîdxistina Şukrî Serhed, bûyereke metirsîdar e.

Nûnertiya HDP’ê bang li hikûmeta Başûrê Kurdistanê kir ku divê rê nede qewimîna bûyerên bi vî rengî..

Back to top button