Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê dewam dikin.
Dagirkeran careke din êriş birin ser gundên Til Temirê, Şêrawa ya Efrînê û Girê Spî.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Şorbenîsk yê rojavayê bajarê Girê Spî dan ber topan.
Her wiha Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê doh êvarê bi çekên giran gundê Dirdara yê bakurê navçeya Til Temirê topbaran kirin.
Hemwextî êrişa li ser gundê Dirdara artêşa qirker û çeteyên gundê Tewîla yê dikeve rojavayê navçeya Til Temirê nuqteyeke leşkerên hikumeta jî Şamê topbaran kir.
Dagirkeran gundê Qinêtirê yê Şêrawayê topbaran kir
Di topbarana domdar a artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser gunê Qinêter ê navçeya Şêrawa ya Efrînê de, zirar gihîşt mal û milkên welatiyan.