KEŞTÎGEHA TERTÛSÊ HETA 49 SALAN RÛSIYA JI REJÎMA SÛRÎ KIRÊ DIKE

Serokê rejîma Sûrî Beşar Elesd û cîgirê serokwezîrê Rûs Yûrî Borîsof li Şamê hevdîtinek pêk anîn. Piştî hevdîtinê Borîsof ragihand ku di demeke nêz de, wê lihevkirina kirêkirina keştîgeha Tertûsê di navbera wan û rejîmê de pêk were. MIX

Ev lihevkirin jî piştî kirîza aloziya nebûna sotemeniyê li herêmên di bin kontrola rejîmê de, derkete holê.

Li gorî cîgirê serokwezîrê Rûsiyayê Yûrî Borîsof, Rûsiya wê bendera Tertûsê heta 49 salan kirê bike.

Di sala 2017’an de parlemantoya Rûsiyayê lihevkirinek li gel rejîma Sûriyê erê kiribû ku naveroka wê lihevkirinê , bicihbûyîna Rûsiyê li Sûriyê ji aliyê leşekerî, nemaze li herêmên peravî, bihêztir bibe.

Hêjayî gotinê ye ku rejîma Sûrî berî niha keştîgeha Lazeqiya ya nêzî Tertûsê , radestî Îranê kiribû.

Leave a Reply

Back to top button