Îro ji bo beşa Xelata Tipê ya Nobelê rojek girîng bû.
Ji ber xebatên wan ên li ser pergala rehekan Xelata Tipê ya Nobelê ya 2021’an dan bizîşkek Ermen û Yekî Amerîkî.
Kesên hêjayî xelatê hatîn dîtin Ardem Patapûtîan ê Ermenî û Davîd Jûlîûsê Amerîkî ne.
Juriya Nobelê ya Stockholmê daxuyanî da û got
“Xebatên her du lêkolîneran rê li ber vî tiştî vedikin ku em karibin keşfên şoreşger, germahî, serma û hêza mekanîk cîhanê fêm bikin û bizanibin hişyariyên rehekan ên ji bo van şertan çawa dest pê dikin.”
Davîd Jûlîûs (65) ê li Zanîngeha Kalîfornîayê profesor e “kapsaîsîna” di îsota tûj de ji bo pênasekirina sensora ji bo germahiya di serikên rehekan de bi kar anî.
Ardem Patapoûtîan ê li Zanîngeha Scrîpssê profesor e, ji bo keşfkirina kategoriya sensoreke ji ber bertekên mekanîk hişyariyan dide, hucreyên li hemberî pestoyê xurt bi kar anî.