Rêxistina Tenduristiya Cîhanê yekem car derziyek li dijî tayê erê kir

Li cîhanê gelek cûreyên nexweşiyên xeter hene.
Yek ji van jî ta ye ku herî zêde bandorê li zarokan dike.
Li seranserê cîhanê salane nêzî 400 hezar kes ji ber tayê dimirin.
Ji sêyan duyê van jî zarokin.
Di encama xebatên demdirêj de, ji bo nexweşiya tayê çareserî hate dîtin.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê cara yekemîn derziya li dijî tayê ku were bikaranîn erê kir.
Sekreterê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ev yek weke qonaxeke girîng ya bandora xwe li ser cîhanê dike binav kir.

Bi salane li dijî tayê hewildanên çareseriyê dihatin kirin.

Ji ber ku nexweşiya tayê li gelek welatên Afrîka bû sedema, mirinê.

Rêxistina Tendûristiyê ya Cîhanê jî cara yekemîn derziyek ji bo tayê bê bikaranîn erê kir.

Derziya ku heta niha di pêvajoya ceribandinê de bû, hate hînbûn 2019’an li Gana, Kenya û Malawa hatiye bikaranîn û encam hatiye girtin.

Her wiha hate gotin, derzî li dijî “hummasi ya reş” jî xwedî bandor e.

WHO: Ji ber tayê salane 400 hezar kes dimirin

Sekreterê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê Dr. Tedros Adhanom Ghebreyesus diyar kir ku derziya ji bo tayê hatî erêkirin, gaveke girînge.

Ghebreyesus dazanîn ku wî despêka xebatên xwe yên bizîşkî de li ser lêkolînkirina tayê pêk anîbû û got:

“Ez her li bendêbûn ku roja ku derziyek bibandor a li dijî vê nexweşiya kevnar û tirsnak were pêşxistin bibînim.”

Ghebreyesus têkildarî daneyên kesên ji bi sermeyê dikevin û dimirin jî agahî da.

Her salê bêtirî 200 milyon kes bi nexweşiya tayê dikevin.

Ji van jî derdora 400 hezar kes dimirin.

Ji sêyan duyê van kesên dimirin jî zarokin.

Derziya nû ya tayê ji sedî 77 bandorek erênî ji bo parastina zarokan pêk tîne.

Bi vê yekê re Rêxistina Tendûristiyê yek ji armanca xwe ya 2030’an pêk anî.

WHO: Li cîhanê her 2 deqeyan zarokek ji ber tayê dimire

Ta ya ku yek ji nexweşiyên herî kujer e piraniya wê li Afrîka, di nava her 2 deqeyan de dibe sedema mirina zarokekî.

Ghebreyesus anî ziman ku ev 30 salin xebatên ji bo dîtina derziyê têne kirin û got.

Ev gav wê di dîroka tendûristiya mirovahiyê de guherîneke mezin bide avakirin.

Piştî pejirandina WHO, Tê payîn ku Hevpeymana Aşlêkirin û Derzîkirinê ya Cîhanî (GAVI) derziyan hilberînin û li welatên pêwistiya wan pê-heyî belav bike.

Back to top button