Rêveberiya Xweser a Harêma Firatê: Rûsya berpirsê vê êrişê ye

Li dijî vê êrîşê Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê û Meclisa Giştî ya PYD’ê derketin û bi daxuyaniyên cûda êrişa li dijî sivîlan şermezar kir. 

Rêveberiya Xweser di daxuyaniyê de bêdengiya Rûsyayê derbarê êrişê de şermezar kir û da zanîn ku Rûsya berpirsê vê êrişê ye.

Rêveberiyê da zanîn ku dewleta Tirk bi van êrişên xwe hewil dide vîna gelê herêmê bişkîne.

Rêveberiya Xweser sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û bang li civaka navneteweyî kir ku li dijî van êrişan derkevin û bi erka xwe rabin.

PYD: Dewleta Tirk tevahî qanûnên navneteweyî bin pê dike

Meclisa Giştî ya PYD’ê jî bi daxuyaniyekê diyar kir ku tevahî aliyên ku çekan didin dewleta Tirk hevkarên wê yên pêkanîna sûcên li dijî mirovahiyê ne.

PYD’ê da zanîn ku dewleta Tirk bi van êrişên xwe yên li dijî gelê herêmê, tevahî qanûn û mafên mirovan bin pê dike.

Back to top button