Nûnera Taybet ya Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî ya ji bo karûbarên Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert duh serdana Şengalê kir û bi Qeymeqamê Şengal Fehed Hamid re civiya.
Qeymeqamê Şengal Fehed Hamid jî têkildarî rewşa Şengalê 8 xal pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî kir.
Nûnera Taybet ya Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî ya ji bo karûbarên Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert serdana Şengalê kir û bi qaymeqam Şengalê re civiya.
Qeymeqamê Şengal Fehed Hamid jî derbarê serdana Nûnera Taybet ya Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî ya ji bo karûbarên Iraqê daxuyanî da û got;
Bi amadebûna Berpirsiyarê Nevçeya Tilezêr Celal Xelef û Serokê Meclisa Demkî Saîd Milhim me dengê xelkê xwe gihandê wan.
Her wiha me 8 xal li ser rewşa Şengalê pêşkêşî Nûnera Neteweyên Yekbûyî kirine.
Hin ji xalên hatin pêşkêş kirin evin:
-Daxwazê dikin ku ji bo dîlên me yên di destê DAIŞ’ê de lijneyek ji hikûmeta navxweyî yan jî civaka navnateweyî bê avakirin.
– Divê demildest xwişk û dayikên me yên di destê DAIŞ’ê de ne bên rizgarkirin.
Her weha alîkariya kesên ku hatine rizgarkirin ku ti kesê wan nîne bê kirin.
-Bi rêya hikûmeta Iraqê û dewletên navnetewî ew ên ku bûna şirîkê sûcê fermana bi serê gelê Êzidî û bûne hevkarê DAIŞ’ê bi riya dadgehekî navneteweyî werin ceza kirin.
-Deriyê sînorî bi fermî were vekirin. Ji bo ku em bikarin dîlên xwe yên ji destê DAIŞ’ê hatin rizgarkirin û koçberên niha li Wargeha Newroz a li Sûriyê dimînin vegerin û dermanan bînin.
– Ji bo parastina Êzidiyan hêzek ji zarokên Êzidiyan were avakirin ku hejmara wan ne kêmî 10 hezaran be.