Li Hindistan û Nepalê ji îniya derbasbûyî ve baran dibare.
Barana zêde bû sedem lehî û şemitîna axê.
Heta niha jimara kesên jiyana xwe ji dest dayîn nêzî 200 bû.
Li Asya Başûr ku ji ber germahiya global, birîna daran, çêkirina bendavan û avahiyan, salên dawî karesatên xwezayî yên giran rû didin.
Li Nepalê li gorî bîlançoya fermî 88 kes, li Hindistanê jî 102 kesî jiyana xwe ji dest dan.
Li Nepalê malbatek ji 6 kesî ku sê jê zarok bûn, ji ber mala wan di binê axê de ma, jiyana xwe ji dest da.
Li eyaleta Uttarakhandê ya li herêma Hîmalaya ya Hindistanê jî 5 jê ji heman malbatê bi giştî 55 kes mirin.
Ji ber karesatê têkiliya bi gelek bajaran re qut bû, xisar li rê û piran bû.
Li eyaleta Bengal a Rojava jî ji ber şemitîna erdê 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li Kerala ya li başûrê Hidistanê ji hefteya derbasbûyî û vir ve 42 kes mirin.
Di sala 2018’an de li Keralayê lehiya herî giran a sed salên dawî rû dabû û nêzî 500 kesî jiyana xwe ji dest dabûn.