Endamên Kongreya DYA ji Wezîrê Karên Derve Anthony Blinken re name şandin

Di navbera Enqere û Waşîngtonê de, piştî krîza F-35’an, niha jî krîza balefirên F-16’an xwe daye der.
Endamên Kongreya DYA’yê ji bo pêşî li firotina balafirên şer ên nû yên F-16 ji bo Tirkiyê bigirin, ji Wezîrê Karên Derve Anthony Blinken re nameyek nivîsandin.

Endamên Kongreyê, ji Blinken daxwaz dikin ku hem li dijî firotina balafirên şer ên F-16 yên nû û hem jî başkirina yên heyî derkeve.

Di nameyê de hat gotin,

“Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) nikare rê bide ku rêveberiya Erdogan ji ber binpêkirina qanûnên DYA û pîvanên tifaqa NATO’yê ji berpirsyariyê bireve.”

Nameya endamên kongreyê Chris Pappas, Gus Bilirakis û Carolyn Maloni ji hêla Konseya Rêberiya Helenîk Amerîkî (HALC), Komîteya Cihûyên Amerîkî (AJC) û rêxistinên Ermenî, Hindî û Kurdî ve piştevaniya wê tê kirin.

Parlamenteran hişyarî dan ku dayîna balafirên F-16 ji bo Tirkiya ku ji ber ku S-400 ji Rûsyayê kirî, di bin cezayên CAATSA de ye, wê li ser siyaseta Washingtonê “şikê” çêbike.

Back to top button