Şerê di navbera Hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de li Laziqiyê, Heleb û Idlibê dewam dike.
Duh jî dewleta Tirk a dagirker hêzek mezin şand çiyayê Zawiyê yê li Idlibê.
Di topbarana artêşa Tirk a dagirker li ser gundê Minix ê herêma Şehbayê de 2 leşkerên hêzên hikumeta Şamê birîndar bûn.
Şerê li Sûriyê û bi taybetî şerê li herêmên di bin serweriya çeteyên dewelat Tirk û hêzên hikûmeta Şamê de dewan dike.
Artêşa Tirk a dagirker îro gundê Minix ê Şehbayê topbaran kir.
Hat ragihandin di encamê de 2 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn.
Hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk li Laziqiyê, Heleb û Idilb bi hev ketin
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku hêzên hikumeta Şamê tevî komên alîgirên wê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker îro bi çekên giran li eniyên şer ên li çiyayê Tirkmen û bakurê Lazîqiyê şer kirin.
Hat diyar kirin çeteyên dewleta Tirk êriş birin ser deverên hêzên hikumeta Şamê yên li Urm El-Kubra ya li rojavayê Helebê.
Her wiha hêzên hikumeta Şamê herêmên Sifûhin, Fitîra, Filêfil û El-Bara yên li başûrê Idlibê bomberankirin.
Artêşa Tirk hêzek mezin derbasî çiyayê Zawiyê yê Idlibê kir
Duh dewleta Tirk a dagirker karwanekî leşkerî ku ji 200 wesayîtan pêk hat, şand Idlibê.
Karwanê leşkerî di dergeha Xirbet El-Coz a li Idlibê re derbas bû.
Hat diyar kirin karwanê leşkerî bi rengê du qefleyan hate derbaskirin.
Hat ragihandin ev karwanê leşkerî li rojavayê Idlibê û çiyayê Zawiye hatin bi cih kirin.