Balafirên Rusyayê êriş birin ser deverên DAIŞ’ê yên li çolistana Sûriyê û herêmên çeteyan yên li Idlibê.
Di encama êrişan de di nav de 5 kes mirin û 10 kes jî birîndar bûn.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku balafirên şer ên Rusyayê 25 caran deverên çeteyên DAIŞ`ê li çolistana Esriye, sêgoşeya Heleb-Hema-Reqayê û çolistana Tedmûr a li rojhilatê Humsê bombebaran kirin.
Di heman demê de di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên DAIŞ’ê de li çolistana Tedmûrê şer derket.
Di encama bombebarana Rusyayê a li Idlibê de 5 kes mirin û 10 jî birîndar bûn
Li gorî çavdêriyê vê sibê Balafirên şer ên Rusya herêmên Birûma û Çerxereya Al-Hebat li başûrê Idlibê topbaran kir.
Hat diyar kirin di encama vê topbaranê de 5 kes mirin û 10 kesên din jî birîndar bûn.