Tevgera Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a herêma Efrînê di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ de li navçeya Babinis a kantona Şehbayê meşek li dar xist.
Meş li pêş yarîgeha Babinisê rawestiya û endama Tevgera Ciwanên Şoreşger Ferîde Hec Ebdo daxuyaniyek da.
Ferîde di daxuyaniyê de got;
Li dijî tecrîd û êşkenceyê berxwedan û têkoşîna mezin heye.
Heta ku em negihêjin azadiya rêber Apo em dev ji vê dozê bernadin.