Îsraîl: Li cihê hêza Qudusê divê em êrişî jêdera wê bikin

Îsraîl di her fersendê de, dijminahiya xwe ya li hemberî Îranê nîşan dide.
Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett careke din sînyala êrişeke li dijî Îranê da û got:
Li cihê li peyketina Hêzên Qudusê, divê em li pey gewdeyê wê bikevin.
Bennet îdia kir ku îran di warê bernameya nukleerî de gihiştiye asta herî bilind.

Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett îşaret bi wê yekê kir ku ew ji bo rûbirûbûna bi Îranê re amade ne.

Li gorî nûçeya Reutersê, Bennett got,

Îran di bernameya xwe ya nukleerî de “gihîştiye asta herî pêşketî”.

Bennett der barê danûstandinên nukleerî yên dinavbera Îran û welatên Rojavayî ku wê 29’ê Mijdarê de werin lidarxistin de axivî û got,

“Eger vegerek li peymana nukleerî çêbibe, Îsraîl wê nebe beşek ji wê peymanê û girêdayî wê nebe.”

Serokwezîrê Îsraîlê li ser pevçûnên biçûk ên di navbera hevalbendên Îranê û Îsraîlê de jî ev tişt anî ziman:

Dema ku Îranî li Tehranê bi ewle rûniştibûn, dewleta Îsraîlê bi mûşekan hatiye dorpêçkirin.

Şopandina Hêza Quds a ji aliyê Îranê ve hatiye şandin, êdî bitêrê nake.

Divê em li pey kesê ku ew wezîfedar kiriye bigerin.”

Back to top button