Çalakiya malbatên Şehîdan ya li deriyê Sêmalka a ji bo girtina cenazeyên zarokên xwe ku PDK’ê ew şehîdxistine di roja roja 55’an de dewam dike.
Yekîtiya Kedkaran beşdarî çalakiyê bûn û bang li PDK’ê hate kirin ku dev ji hevkariya xwe y bi dijmin re berde.
Îro Endamên Yekîtiya Kedkaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî konê xwepêşandanê yê li deriyê Sêmalkayê bûn.
Endamên Yekîtiya Kedkaran li qada deriyê Sêmalka kom bûn û li wir daxuyaniyek hate dayîn.
“Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo beşdarbûna konê xwepêşandanê û daxwaza radestkirina cenazeyê şehîdan, her roj diçin deriyê Sêmalka.
Lê tevî hemû bangawaziyan jî, PDK’ê bersivê nade daxwazên xwepêşandêr û dayikên şehîdan.”
Hate diyarkirin ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî cesaret, hêz û rêbazên demokratîk in û daxwaza wan ew e ku aliyên kurd li dijî faşîzma Tirk bibin yek.
Her wiha bang li PDK’ê hat kirin ku dev ji siyaseta xwe ya hevkar berde, û cenazeyan radestî malbatên wan bike.