Gerîlayên HPG’ê li herêma ZAP’ê li dijî dagirkeran çalakiyek din pêk anîn. Li gorî agahiyan gelek dagirker hatin kuştin.
Demeke dirêj e dewleta Tirk a qirker bi her awayî hewl dide herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê dagir bike.
Li hember her cure êriş, gerîla li ber xwe dide û nahêle dewleta Tirk gavekê bi pêş de bavêje.
Îro dîsa gerîlayan li herêma Zapê li dijî artêşa dewleta Tirk a qirker çalakiyeke din pêk anîn.
Li gorî ajnsa ANF’ê di encama çalakiyê de gelek kuştiyên dagirkeran çêbûn.
9’ê Kanûnê jî gerîlayên HPG’ê û YJA-STAR ‘ê li herêma Zapê li dijî artêşa Tirk çalakiyek pêk anîn.
Di encama wê de jî 8 leşkerên dewleta Tirk hatin kuştin û gelek çek û cepilxane ketin destê gerîlayan.