Balafirên şer ên Tirk li Meclîsa Gel a Xanesorê ya Şengalê xistin

Balefirên şer ên dewleta dagirker ya Tirk avahiya Meclîsa Gel a Xanesor bobebaran kir.Gelê Şengalê berê xwe da avahiya Meclîsa Gel a Xanasor û bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Şengalê” êrîş şermezar kirin.Cîgira Hevserokên Desteya Rêveber a Şengalê Sêvê Emo li dijî êrîşan banga rabûna ser piyan li Êzîdiyan kir.

Îro di saetên êvarê de balafirên şer ên artêşa Tirk Meclîsa Gel a Xanesorê bombebaran kir.

Li gorî agahiyan dema êrîş pêk hatiye kes li avahiyê nebûye û zirarên giyanî çênebûne.

Piştî bûyerê girseya gel a li ber avahiyê kombûn bi dirûşman nerazîbûn nîşana êrîşên artêşa Tirk û hevalbendên wan dan û gotin, “Bijî Berxwedana Şengalê” û “Bimre xiyanet”.

Cîgira Hevserokên Desteya Rêveber a Şengalê Sêvê Emo li gel girseya gel li cihê bûyerê daxuyaniyeke çapemeniyê da.

Sêvê Emo diyar kir armanca dewleta Tirk a dagirker tinekirina civaka Êzîdiye û got:

Weke hûn dibînin balafir dîsa li nava gel xist. Ev cihê ku hate bombebaran kirin meclîsa gelê Êzidî bû.

Ciheke medeniyan bû. Me dê sibe li meclîsê xêra şehîd Merwan belavkiriba, lê balafir lêxistin.”

Sêvê Emo li dijî êrîşên bi armanca qirkirina Êzîdiyan bang li tevahî Êzîdiyan kir û got:

“Bangawaziya min ji gelê Êzidî re ewe ku rabin ser xwe. Ev dijminê koka Êzîdîyanin.

Her roj êrîş dikin ser Êzîdiyan û li sivîlan dixin. Li vir PKK nînbû, cihekî Êzîdiyan bû ku bû hedef.

Her Ezîdiyek bi xîret û binamûs divê rabe ser xwe. Divê rabin ser piyan û dest bi çalakiyan bikin.

7’ê Kanûnê Hevserokê Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweser a Şengalê, Merwan Bedel Xwedêda di roja yekemîn a ‘Rojiya Êzî’ de bû hedefa dewleta Tirk û jiyana xwe ji dest da.

 

Back to top button