“Eger Rûsya êrişî Ûkrayna bike wê cezayên giran lê werin birîn”

Li bajarê Birîtanyayê Liverpoolê, Civîna G-7’an dewam dike. Yek ji rojevên wê yên sereke jî idîaya êrişa Rûsya li dijî Ûkrayna bû. Di civînê de Amerîka dûbare kir ku eger êriş pêk were, wê welatên Rojavayî cezayên giran li Mosko bibirin.

Demeke dirêj e aloziya di navbera Rûsya û Ûkrayna de, yek ji rojevên sereke yên cîhanê ye.

Amerîka û Yekîtiya Ewrûpa îdîa dikin ku Rûsya di nava hewldanên dagirkirina Ûkrayna de ye.

Mosko jî dibêje ev îdîa ji rastiyê dûr in.

Doh li bajarê Birîtanyayê Liverpoolê, di civîna G-7’an de ev alozî yek ji mijarên sereke yên wezîrên karên derve bû.

Amerîka di civînê de careke din hişyar kir ku eger Ûkrayna bibe armanca êrişê, wê Mosko berdêlên giran bide.

Li gorî Amerîkayê, hêzên Rojavayş di mijara cezakirina Rûsyayê de xwedî heman helwest in.

Li aliyê din rêveberiya Amerîkayê ragihandin ew ê vê hefteyê komek rayedaran bişînin Ûkrayna û Rûsyayê da ku rêyên çareseriya dîplomatîk gotûbêj bikin.

Back to top button