Li yemenê şerê di navbera hêzên koalîsyon Erebî û çekdarên Hûsî de dewam dike.
Li herêma Hece a nêzî sînorê Siûdiyê, ji ber êrişa Hûsiyan, herî kêm 14 leşkerên Sûdanê hatin kuştin.
Bi salane li Yemenê di navbera çekdarên Hûsî û hêzên hukêmetê de şer heye.
Koalîsyona Erebî bo pêşengiya Siûdiyê destekê didin hukûmetê.
Û di nava vê koalîsyonê de artêşa Sûdanê jî heye.
Çavkaniyên leşkerî li Yemenê ragihandin ku li devera Mudîriye a nêzî sînorê Siûdiyê, çekdarên Hûsî êrişî baregehên koalîsyona Erebî kirin.
Di encamê de herî kêm 14 leşkerên Sûdanî hatin kuştin.
Ji sala 2015’an ve li Yemenê bi destwerdana Koalîsyonma Erebî û Îranê şerê navxweyî dewam dike.
Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, heta niha 377 hezar kes hatine kuştin.
Ji wan 227 hezar ji ber encama şer, feqîrî, nexweşî û birçîbûnê mirine.
Her wiha bi mîlyonan jî ji cih û warên xwe bûne.