Îro bi hezaran kes ji ber krîza aborî ya li Tirkîyê bi dirûşma ”Em nikarin debara xwe bikin” li Amedê mitîng lidarxistin.
Li Tirkîyê krîza aborî, binpêkirina mafên mirovan û zexta li ser welatîyan pir zêde bûye.
Welatîyên Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê jî ji vê rewşê bêzar bûne û dibêjin bi vî awayî naçe serî.
Li ser vê yekê, îro bi pêşengîya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemawerîyê (KESK), bi hezaran kes li Amedê kom bûn û bi yek dengî banga îstîfaya hikûmetê kirin.
Bi hezaran kesî bi yek dengî bang li hikûmetê kirin ku îstifa bike
Kedkar, nûnerên rêxistinên sivîl û partîyên sîyasî beşdarî mitîngê bûn û girse ji sê milan ve herikîn qadê.
Kesên beşdarî mitîngê bûn, bi sloganên Hikûmet îstîfa, em nikarin debara xwe bikin û bertekên xwe li dijî deshilatdarîya heyî nîşan dan.