Dagirkeran li Şêrawayê cihên dîrokî topbaran kir

Dewleta qirker ya ku sûnd xwariye kurdan qir bike rojane êrişê herêmê dike.. Doh Hêzên dagirker li navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê cihên dîrokî topbaran kirin .

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê doh derengiya şevê cihên dîrokî yên gundê Mezin “Xirab Şemse” yê girêdayî navçeya Şêrawa ya kantnoa Efrînê bi çekên giran topbaran kirin.

Hêjaye bi bîrxistinê ku beriya du rojan jî Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê taxên rojava yên bajarokê Zirganê bi çekên giran topbaran kirin.

Ji ber topbaranê niştecihên taxê ji malên xwe derketin û li taxên rojhilatê bajarokê Zirganê bi cih bûn.

Back to top button