Rêveberî û saziyên herêma Firatê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ya herêma Firatê, TEV-DEM û Hêzên Ewlekariya Hundirîn, têkildarî êrişa doh ya dewleta Tirk a li dijî Kobanê daxuyanî dan. Hate diyar kirin dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe projeya neteweya demokratîk hedef digre û hewl dide qirkirina li dijî gelê Kurd bidomîne. Herwiha hate ziman êriş di encama bêdengiya hêzên garantor yên li herêmê de pêk tên û hate xwestin ev hêz bi erka xwe rabin.

Dewleta tirk a dagirker doh bi balafirên bêmirov yên bi çek bajarê Kobanê bombebarankir.

Di encama vê êrişê de 3 welatiyan jiyana xwe dest dan û 7 kes jî birîndar bûn.

Têkildarî êrişa dewleta Tirk ya li dijî Kobanê û gelê sivîl, rêveberî û saziyên bakur û rojhilatê Sûriyê nerazîbûn nîşandan.

Êrişên dewleta Tirk dewama qirkirina li ser gelê Kurd û gelê herêmê ye

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, diyar kir ku êriş di çarçoveya dewama şerê qirkirina li dijî gelê Kurd û gelê herêmê de pêk tên.

Rêveberiyê diyar kir dewleta Tirk a qirker vîna gelên herêmê hedef digre û hewl dide aramiya li herêmê têk bibe.

Rêveberiyê got, bi taybetî piştî têkbirina hevkarên wan DAIŞ’ê ya ji aliyên hêzên YPG-YPJ-QSD ve û pêşketina projeya neteweya demokratîk a li herêmê, dewleta Tirk giranî dane êrişên xwe.

Herwiha rêveberiyê îşaret bi bêdengiya hêzên garantor yên li herêmê kir û ji van hêzan xwest helewestên xwe yên derbarê êrişan de bi zelalî eşkere bikin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di dawî de sersaxî ji malbatên şehîdan re û ji birîndaran re jî şîfa xwest.

Dewleta Tirk bi rijandina xwîna gelê Kurd dixwazê li ser qeyrana xwe bigire

Têkildarî êrişê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a herêma Firatê jî daxuyaniyek li pêşiya avahiya meclisê ya li Kobanê da û êrişa dewleta Tirk şermezar kir.

Daxuyanî ji aliyê Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Nîhad Ehmed ve hate xwendin.

Hate diyarkirin ku dewleta Tirk hewl dide qirkirineke nû li dijî gelê Kurd pêk bîne.

Di daxuyaniyê de îşaret bi qeyrana aborî, siyasî û leşkerî ya li Tirkiyê hate kirin û hate gotin Rêjîma AKP-MHP’ê bi rijandina xwîna gelê Kurd dixwaze li ser aloziya hundir, bigre.

Ji bo parastina nirxên şoreşê li hemberî dewleta Tirk a qirker têkoşînê xurt bikin

Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM jî li ser êrişa hewayî ya doh a dewleta Tirk, daxuyaniyeke nivîskî weşand

“Ev êrişên terorî yên tirsonek ên dewleta Tirk a dagirker encamên aloziya wê ya aborî û civakî ye

Û ji ber vê yekê tolê ji gelên berxwedêr distîne.”

TEV-DEM’ê bang li tevahî pêkhateyên herêmê kir ku ji bo parastina nirxên şoreşê, li hemberî dewleta faşîst a Tirk têkoşînê xurt bikin.”

Divê hêzên Garantor pabendî soz û peymanên navneteweyî bin

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî êrişa li dijî Kobanê şermezar kir û bang li civaka navneteweyî kir ku pabendî soz û peymanên navneteweyî yên parastina maf û mal û milkên sivîlan bin.

Back to top button