Buyrên kuştin, revandin û êşkenceya sivîlên li Efrîna dagirkirî her hene. MÎT’a Dewleta Tirk û çeteyên wê, 2 kesên din li Efrînê revandin û birin cihekî nediyar.
Ajansa nûçeyan Hawarê ragihand ” 26’ê Kanûnê li navçeya Raco ya Efrînê, îstîxbarata dewleta Tirk û çeteyên wê xwendekarek û bavê wî ravendin.”
Kesên hatine revandin ev in:
Sîlîn Hesen ê 21 salî û bavê wî Elî Hesen ê 50 salî.
Ev kes ji gundê Mîdana yê Racoyê ne û heta niha çarenivîsa wan nayê zanîn.
Hat ragihandin ku Sîlîn xwendekarê zanîngeha Helebê ye û berî niha bi hefteyeke tevî bavê xwe vegerîyane gundê xwe.
Piştî ku vegeriyane ji alîyê MÎT’ê ve hatin revandin.
Rojane û bêyî sedem sivîlên Efrînê ji aliyê çeteyan ve tên revandin û hemû cureyên êşkenceyê li ser wan tên bikaranîn