Li Stockholmê gerîlayên HPG’ê Argeş Zagros û Cîger Efrîn ku di 30’ê Tîrmeha 2021’ê ji ber bombardûmanên artêşa Tirk a dagirker li Qendîlê şehîd bibûn, hatin bi bîranîn.
Bi pêşengtiya Platforma Yarsan û Ciwanên Zagros û Meclisa Jin a Amara li komeleya çand û hunerê ya Kurdî ya li bajarê Stockholmê merasîm hate lidarxistin,
Siyasetmedarê Kurd Senanîk Onen li vir axivî û got: “Berxwedan û dîroka têkoşîna me li ser xwîna van şehîdan bilind bû.
Heta yek kurdek azad hebe, em ê di bin fermandariya van şehîdan de têbikoşin.”
Li ser navê Platforma Yarsan Sasan Mêhrabî axivî û ji bo haziran got ku amadebûna we ji bo şehîdan bi xwe hêzeke.”.
Di bîranînê de sinevîzyonek li ser jiyana şehîd Argeş û şehîd Cîger hate nîşandan..
Bîranîn bi dirûşmeyên”Şehîd namirin, Bijî serok APO” bi dawî bû.