Çalakiya Sêmalka di roja 94’an de dewam dike

Çalakiya malbatên şehîdan a li deriyê Sêmalka ya ji bo wergirtina cenazeyên şehîdan 94 roj in dewam dike. Endamên saziyên ji gelek deverên herêma Cizîrê îro serdana konê çalakiyê kirin.

Îro endamên yekîtiyên girêdayî TEV-DEM’ê yên Til Hemîs, Til Koçer û Tirbespiyê serdana konê çalakiyê kirin.

Di çalakiyê de hevseroka Yekîtiya Ajovanan a Tirbespiyê Zîlan Temo axivî û got:

“Çalakî derbasî meha çar bû, lê tevî daxwazên dayikên şehîdan PDK cenzaeyan radest nake.”

Zîlan da zanîn desteserkirina cenazeyên şehîdan ji aliyê PDK’ê ji kiryareke dijî mirovatiyê ye.

Çalakvanan diyar kirin dê çalakiya wan bidome, heye PDK cenazeyên radest bike.

Back to top button