Çeteyên dewleta Tirk 4 kesên din ji Efrînê revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 4 kesên din ji Efrînê, revandin.

Şevê din li navçeya Cindirêsê çeteyên dewleta Tirk Muxtarê gundê Qecoman Ferhad Mihemed-50 û Muxtarê gundê Qirbe Henan Mihemed Musa-57 tevî kurê wî Beşar Henan Musa-25 revandin.

Her wiha çeteyên koma bi navê ‘Feyleq Elşam’ ên dewleta Tirk ji gundê Elemdar ê navçeya Raco welatiyê bi navê Ciwan Hec Reşîd-40’î revandin.

hate diyarkirin ku ciwan ji serê salê hatiye mala xwe û çû navenda çeteyên ‘Feyleq Elşam’ da ku rewşa xwe çarerser bike.

Lê çeteyan ji bo ku fidiyê ji malbata wî bistînin ew revandin.

Back to top button