Li ser derbasbûna 4 salan a destpêka êrişên dagirkeriyê li ser Efrînê, gelek aliyan daxuyanî dan.. Rêveberiya Sivîl a Tebqayê û Partiya Sûriya pêşerojê daxuyanî dan û salvgera 4`an a êrişan şermezar kirin. Her wiha bang li civata navneteweyî hat kirin ku van sûcên dewleta Tirk a dagirker rawestînin û dawî li dagirkeriyê bînin.
Bi rasthatina 4.salvegera êrişên dagirkirina Efrînê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê daxuyaniyek da…
Di daxuyaniyê de berxwedana şêniyên Efrînê û hêzên YPG û YPJ li hember êrişan a 58 rojan hat bibîrxistin û ev yek hat gotin: ” Teqez wê Efrînî vegerin warê xwe û dagirker derkevin.”
Her wiha bêdengiya civata navneteweyî ya li hember sûcên li Efrînê û koçberkirina şêniyên wê yên resen jî hat şermezarkirin û ev bang hat kirin:
“Êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker rawestînin û dagirkeran ji Efrînê derxin da ku şênî vegerin warên xwe.”
Partiya Sûriya Pêşerojê: Hêzên navnetewî divê dagirkeriyê bi dawî bikin
Partiya Sûriya Pêşerojê jî li ser dewama sûcên dewleta Tirk û dagirkirina Efrînê daxuyanî da…
Bi dehan endamên partiyê yên şaxa Reqayê bi amadebûna serokê partiyê Îbrahîm El-Qeftan tevlî daxuyanî bûn..
Sekretera giştî ya Partiya Pêşerojê Sîham Dawûd daxuyanî xwend…
Di daxuyaniyê de berxwedana gelê Efrînê ya 58`an a li hember êrişên dewleta Tirk a beriya 4 salan û niha di kampên berxwedanê de hat silavkirin û hat gotin:
“Efrîn modela demokratîk û ewlehiyê bû, bi pirrengiya xwe û jiyana hevbeş navdar bû, hemû pêkhateyên Sûriyê yên dema aloziyê de bûbûn koçber hembêz kir…
Bi hevkariya Rûsya û hêzên cîhanî êrişa li ser Efrînê pêk hat û sûcên hovane pêk hatin..”
Partiya Sûriya pêşerojê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li hêzên nîştimanî û demorkatîk, civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ji bo dawî kiirna dagirkeriya li ser Efrînê û herêmên din ên Sûriyê erka xwe bi cih bînin.