PYD: Berxewedana Kobanê wê di bîra Kurdan de herdem zindî bimîne

Meclisa Giştî a PYD’ê bi daxuyaniyekê salvegera 7’an serkeftina Berxwedana Kobanê pîroz kir û got, “gelê birêxistinkirî dikare li hemberî hemû êrişan bisekine.”

PYD’ê destnîşan kir ku serkeftina Berxwedana Kobanê hêviyên gel zindî kir û dê di bîra Kurdan de her zindî bimîne.

PYD’ê diyar kir ku rizgarkirina Kobanê qonaxeke dîrokî ya girîng bû û îsbat kir ku gelê Kurd bi yekitiyê dikare hêviyên xwe pêk bîne û ev yekitî li Kobanê dest pê kir.

PYD’ê îşaret bi girîngiya hevgirtin û rêxistinbûyîna gel kir û got, gelê birêxistinkirî dikare li hemberî hemû êrişan bisekine.

PYD’ê di dewma daxuyaniya xwe de wiha got:

“Dê bi ruhê serkeftina Kobanê serkeftinên din werin bidestxistin.

Kobanê bû destpêka Kurdên ku ji bo xwe şer dikin û nakeve xefika dijminan û xwedî li nirxên mirovahiyê derdikeve û îro cîhan li hember lehengiya li Kobanê heyran ma.”

Serkeftina Kobanê bû sembola berxwedana mirovên azad û ji dijminan re bû kabûs.

Ji wê rojê û vir ve, dijmin Kobanê dikin hedef.

Back to top button