Andreas Kirstein: Ez piştgiriyê didim têkoşîna PKK’ê

Piştgiriya Kampanya derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê li seranserê cihanê zêde dibe. Endamê Meclîsa Şaredariya bajarê Zurîchê yê Swîsreyê Andreas Kirstein û Lêkolînerê ji Misirê, Celal Zênatî diyarkirin PKK nûnerê rewa yê gelê Kurd de û xwestin ji ‘lîsteya terorê’ bê derxistin.

Piştî destpêkirina pêngava Kampanya Navnetewî a Edalet ji bo Kurdan, li tevahiya cîhanê bangên derxistina navê PKK`ê ji “lîsteyên terorê” zêde dibin.

Di vê çarçoveyê de Endamê Meclîsa Şaredariya bajarê Zurîchê yê Swîsreyê Andreas Kirstein jî piştgiriya xwe ya ji bo kampanyayê ragihand.

Andreas Kirstein yê ku tevlî kampanyayê bûye, di heman demê de endamê Pira Biratiyê ya Zurîch-Amedê ye.

Kirstein têkildarî kampanyayê ji ajansa ANF’ê re axivî û wiha got:

“Ez piştgiriyê didim têkoşîna PKK’ê û dixwazim PKK ji ‘lîsteya terorê’ bê derxistin.”

Kirstein diyar kir ji bo li Kurdistanê û Rojhilata Navîn aştî mayinde bibe, şert e ku destpêkê PKK ji lîsteyê bê derxistin û got:

Bidawîkirina qedexeya li ser PKK’ê wê zext li Tirkiyê bê kirin û di hevdîtinên aştiyê de PKK muxatab bê dîtin.

Kirstein, rola gelê Kurd û gerilayên PKK’ê yên di tunekirina DAIŞ’ê de bi bîr xist û wiha dewam kir:

“Divê Ewropa ti carî rol û berdêla gerîlayên Kurd ji bîr neke.

Bi saya şervanên Kurd, xelkên Ewropayê ji çeteyên cîhadîst hatin parastin.”

Andreas Kirstein di dawî de bang kir divê dewletên navneteweyî bikevin tevgerê da ku PKK’ê ji lîsteya terorê were derxistin.

Celal Zênatî: Têkoşîna PKK ya li dijî DAIŞ’ê têrê dike ku ji lîsteyê bê derxistin

Di heman çarçoveyê de lêkolîner û mamosteyê Beşa Zanistên Civakî ya Fakulteya Perwerdê ya Zanîngeha Îskenderiyê ya Misirê Celal Zênatî jî axivî.

Zênatî diyar kir têkoşîna tevgera PKK’ê ya ji bo azadî û parastina mafê gelê xwe rewaye û wiha got:

Yekitiya Ewropa û DYA baş dizanin ku PKK tevgereke berxwedêr e ne terorîst e.

Xistina navê PKK`ê di “lîsteya terorê” de, bi armancên siyasî û lihevkirinên herêmî ye.”

Celal Zênatî di dawî de behsa rola PKK`ê di têkbirina rêxistina DAIŞ`ê de kir û got:

“Ev têrê dike ku navê PKK ji lîsteyên terorê were derxistin.”

Back to top button