Li Almanya êriş, 2 polîs hatin kuştin

Li başûr rojavayê Almanyayê, di dema kontrola rê de 2 polîs hatin kuştin. Polîsan dest bi operasyoneke berfireh kirin.

Li gorî daxuyaniya polîsên Alman, li nêzî bajarê Kuselê di dema kontrola rê de 2 polîs hatin kuştin.

Polîsan diyar kirin ku li ser motîvasyona êrişkaran agahî li ber destê wan nîne û bang li ajokaran kirin ku kesên otostopê (li ser rê erebeyan radiwestînin) dikin nexin wesayita xwe.

Polîsan ji bo girtina êrişkaran dest bi operasyoneke berfireh kirin.

Back to top button