ZERÎF: EGER ÊRÎŞÎ ME BÛ, WÊ ENCAMÊN BIÊŞ JI HER KESÎ RE HEBIN

Ev demek sekin û rehetî li Amerîka û Îranê tune ye. Ne acizbûn ne jî gefên wan bi dawî dibin. Her du hêz xwe ji bo gerandina govenda şerekî mezin li qada Rojhilata Navîn amade dikin.

Wezîrê karê derve yê Îranê Mihemed Zerîf ji Televîzyona CNN a Amerîkî re axivî û got:

Eger êrîş li dijî Îranê pêk were, wê encamên pir bi-êş ji her kesî re hebin.

Berê me gotiye, em dest bi şer nakin, lê em ê parastian xwe bikin.

Hebûna ev qas hêz li cihekî biçûk weke Kendavê, dihêle şer derkeve.

Zerîf diyar kir ku Amerîka lîstikeke tirsnak dilîze, divê ew hişyar bin.

SENATORÊ EMERÎKÎ LINDSEY GRAHAM:
ÊRÎŞÊN DAWÎ LI ROJHILATA NAVÎN BI FERMANÊN ÎRANÊ BÛN

Li aliyekî din, senatorê Amerîkî Lindsey Graham ragihand ku mezintirîn rayedarên Amerîkî ji Senatoran re got:

Êrîşên dawîn yên li dijî keşte û xetên neftê li RN pêk hatin, bi fermanên hikumeta Îranî bûn.

Hefteya borî 2 stasyonên neftê hatin hedefgirtin.

Li gorî dronên Siûdî, hêzên Hûsî yên bi piştevaniya Îranê ev yek pêk aniye.

Her wekî berî demekê 4 keşteyên neftê li ava herêmî ya Îmaratê rastî êrîşê hatibûn.

Leave a Reply

Back to top button