Li Kobanê 6 şehîdên Tevgera Ciwanên Şoreşger hatin bibîranîn

Li Kobanê 6 şehîdên Tevgera Ciwanên Şoreşger ku di encama êrişa dewleta Tirk de şehîd bûn bi mersîmekê hatin bibîranîn.

Îro li Kobanê 6 şehîdên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên ku di encama êrişên dagirkeriya Tirk li ser Kobanê de şehîd bûn, hatin bibîranîn.

Bi dehan şêniyên Kobanê li navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê kom bûn û her 6 şehîd bi merasîmekê bi bîr anîn.

Di merasîmê de, endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Tolhildan Zerdeşt axivî û got, dagirkeriya Tirk ji serkeftin û destkeftiyên li herêmê bêzar bûye, loma dixwaze bi riya koployan vîna gel bişkîne.

Piştre senevizyonek derbarê jiyana şehîdan de, hate pêşandan.

Her wiha helbest hatin xwendin û koma Hisên Xanî stran gotin û awazên xwe diyarî malbatên her 6 şehîdan kir.

Endamên Peymangeha Kobanê jî wêneyên her 6 şehîdan xêz kir û diyarî malbatên wan kir.

Back to top button