Di êrişa li ser rêya M4 a Eyn Îsa de welatiyek şehîd bû

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Eyn Îsa, rêya M4 û gundên Şera a Efrînê topbaran kir. Di encama topbarana de li ser rêya M4 de welatiyek şehîd bû.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê îro careke din gundê Hoşan, Mielek, Cedîde, Kampa Eyn Îsa û rêya M4 ê Eyn Îsayê topbaran kir.

Di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker li ser gundê Cedîde de welatî birîndar bûn.

Her wiha di encama topbarana li ser rêya M4 de welatiyê bi navê Muheydîn Hec Ehmed Îbrahîm yê 35 salî şehîd bû.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Şiwarxa, Malikiyê û Alqemiyê yên navçeya Şera ya Efrînê topbaran kir.

Back to top button