Dîsa balafirên dewlet Tirk a dagirker li ser asîmanê herêmê geriyan û êriş kirin. Eniya Sacûr a li bakur rojavayê Minbicê hat bombebarankirin.
Navenda Ragihandên ya Meclisa Leşkerî a Minbic ragihand ku, balafirekê bêmirov a dewleta Tirk a dagirker eniya Sacûrê a li bakûrê Minbicê bombebaran kir.
Hat diyarkirin ku ev der cara 4’mîne rastî êrişeke wiha tê.
Her wiha hate ragihandin ku şevê din dewleta Tirk a dagirker gundê Tuxar jî topbaran kir.
Hemwextî wê, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker li seranserî eniya Sacûrê geriyan.