Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Hoşan ê navçeya Eyn Îsayê topbaran kir. Dagirkeran vê sibehê jî êrişî gundên Efrîn û Şehbayê kirin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê îro piştî nîvro gundê Hoşan ê rojavayê navenda navçeya Eyn Îsayê bi çekên giran topbaran kir.
Di heman demê de balafirên keşfê yên dewleta Tirk li ser navçeyê û rêya M4 digeriyan.
Dagirkeran gundên Şehba û Şerayê topbaran kirin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Elqemiyê: Şewarxa û kela Şewarxa yên navçeya Şera a Efrînê jî topbaran kirin.
Li aliyek din dagirkeran êrişî gundên Minixê û Bêlûniyê yên Şehbayê jî kirin.
Duh jî dewleta Tirk a dagirker li ser riya Qamişlo-Amûdê erebeyke bombebaran kir û di encamê de 4 kes birîndar bûn.