Zelensky: mijara sereke agirbesta lezgîn e

Aliyên Ûkrayna û Rûsya ji bo danûstandinan li Belarûsiya ne. Serokomarê Ûkrayna Zelensky got: Mijara despêkê demildest agirbest û derketina hêzên Rûsî ji welate.
Li aliyê din, YE di dîrokê de cara yekem wê bi bihayê 450 milyon Euro çek, bi bihayê 50 milyon Euro sotemenî û gelek amûrên din ji bo Ûkraynayê bişîne.

Piştî 5 roj ji êrişa Rûsya li dijî Ûkrayna, îro cara yekem wê danûstandin pêk werin.

Serokomarê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky beriya şandeyên Rûs û Ûkraynayê li Belarûsê danûstandinan bikin daxuyanî da û got:

“Di danûstandinan de mijara sereke demildest agirbest e û divê yekîneyên Rûs ji Ûkraynayê vekişin.”

Zelensky: 24 saetên pêş krîtîk e

Serokwezîrê Îngîlistanê Boris Johnson û Zelensky duh bi telefonê hevdîtinek kiribûn.

Zelensky destnîşan kir ku li tevahiya welat şer dewam dike û di vî 24 saetên pêşiya me de ji bo siberoja Ûkraynayê xwedî grîngiyek krîtîk e.

AB’den Rusya’ya hava sahası ve yayın yaptırımı

YE li dijî qada hewayî û çapemeniya Rûsya cezayên nû ragihand

Hemwextî van daxuyaniyên Zelensky YE jî zextên li ser Rûsya zêde kir.

Nûnerê Bilind ê Ewlekarî û Polîtîkayên Derve yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell di axaftina xwe de; cezayên nû yên li dijî Rûsyayê ragihand.

Josep Borrell ragihand ku YE weşanên Russia Today (RT) û Sputnikê li Ewropayê qedexe kiriye.

Borrell got, “Balafireke Rûsyayê jî wê nikaribe bikeve qada hewayî ya YE.”

Her wiha YE di dîrokê de cara yekem wê bi bihayê 450 milyon Euro çek, bi bihayê 50 milyon Euro sotemenî û gelek amûrên din ji bo Ûkraynayê bişîne.

Di nava amûrên wê bên şandin de balafirên şer jî hene.

Ji derveyî Tirkiyê ji her devera welatên cîhanê derbarê aboriya Rûsyayê de biryarên cezakirinê girtin.

Li aliyê din Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî (NY) jî biryara pêşnûmeya ku bi beşdariya 193 welatên endam Desteya Giştî ya NY îro bi mijara Ûkraynayê bi awayek awarte bicive erê kir.

li vir dimenê ew gaza xwezayî ya rûsî dênin

Wezîrên enerjiyê yên welatên YE dê li Brukselê bi awayek awarte bicivin û civîn li dar bixin.

Wezîr bi fikar in ku wê Rûsya gaza dişîne Ewropayê kêm bike.

Bi vebûna piyasayê re rubleyên Rûs li hemberî dolar ji sedî derdora 30’î nirx winda kir.

Bivan bûyeran re, niha hemû awir zivirîn ser hevdîtin ango danûstandinên Rûsyayê û Ûkraynayê ya ku Belarûsê tê kirin.

 

Back to top button