Hêzil Ozgur: Hemû jinên dixwazin azad bibin, divê li dora Rêber Apo bibin xelek

Bi boneya 8’ê Adarê Endama Konseya Biryargehê ya YJA Starê Hêzil Ozgur û Gerîlayên YJA Starê axivîn û gotin:”Tekane rêya ku mirov heq ji hilweşîna aqilê nêr derkeve, aqilê jinê yê wekhevî, demokrat û azadîxwaz e, ne tenê 8’ê Adarê hemû roj li çiyayên Kurdistanê wê bibe roja berxwedan û têkoşînê”.

Gerîlayên YJA Starê yên li Qadên Parasatinê yên Medyayê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî bi coşeke mezin pîroz kirin.

Di pîrozbahiya ku bi merasîma leşkerî dest pê kir Endama Konseya Biryargeh a YJA Starê Hêzil Ozgur axivî.

Hêzil Ozgur 8’ê Adarê li mîmarê azadiyê Rêbe APO û hemû jinan pîroz kir.

Hêzil diyar kir ku hêza YJA Starê û jinên Kurd têkoşîneke bêhemda didin meşandin.

Endama Konseya Biryargeh a YJA Starê di dawiyê de got: Em ê saleke nû pêşwazî bikin, bi coşî û kelecaniya ku 8’ê Adarê di rihê me de ava kirî bigihijin serfiraziyê.

Gerîlayên YJA Starê: Sala 2022’an wê bibe sala azadiya jinê

Gerîlayên YJA Starê jî peyama “Sala 2022’an wê bibe sala azadiya Rêber Apo, sala azadiya jinê”dan.

Gerîlaya YJA Starê Zîlan Aydin da zanîn ku divê 8’ê Adarê bibe roja têkoşîna jinan a li dijî zilmê.

Ekîn Malaz girt jî destnîşan kir îdeolojiya Rêber Abdulalh Ocalan ji bo jinan xelateke mezin e.

Jiyan Tiltemir jî got, sala 2022’an wê bibe sala azadiya jinê û ne tenê ev roj, hemû roj ji bo gerîlayên YJA Starê yên li çiyayên Kurdistnaê sala berxwedan û têkoşînê ye.

Back to top button