Piştî axaftinên Moskoyê yên herî dawî, Waşinton dîsan ji bo wergirtina pergala S-400 Enqereyê hişyar dike.
Berdevka wezareta karê derve ya Amerîkayê Morgan Ortagus hişyarî da Tirkiyê û got:
Eger Tirkiyê bi lihevkirina pergala S-400 ya Rûsî de çû, wê rastî encamên xeternak were.
Ev gotin piştî axaftinên berdevkê serokatiya Rûsî hat, ku wê berî dema diyarkirî S-400 radestî Tirkiyê bikin.
Li aliyekî din, îro Tirkiyê dîsan ji bo avakirina komîteyke xebatê a S-400 bang li Amerîkayê kir.
Serokê birêveberiya hevpeywendiyan ê Tirkî Fahrettin Altun diyar kir ku Erdogan û Trump wê di Hezîranê de ji bo vê yekê li hev bicivin.