Êrişên dewleta Tirk û çeteyên li dijî herêmê bênavber didomin. Dagirkeran navçeya Til Rifet ya Şehba, gundên Eyn Îsa û Şêrewa a Efrînê bi dijwarî topbaran kir.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê navçeya Til Rifetê ya Şehbayê topbaran kir.
Hate ragihandin ku heta niha nêzî 5 guleyên obusan li navçeyê ketine.
Li aliyekî din jî, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Mielik û riya M4 yên navçeya Eyn Îsayê topbaran kirin.
Dgirkeran îro danê nîvro gundê Bênê yê navçeya Şêrwa ya Efrîna dagirkirî jî hedef girt.
Di encama topbaranê de 2 leşkerên hêzên hikûmeta Şamê bi giranî birîndar bûn û zirar li derdorê bû.