Derketina patoz ango draseyan ji Kobanê û derengmayîna rakirina mewsimê zeviyan, bû sedema giliyên cotkaran. Piştî ku Komîteya Aborî biryar derxist ku divê xwediyên patozan vegerin Kobanê, rojane 2 yan 3 patoz vedigerin Kobanê.
Komîteya Aborî 30`ê Gulanê biryar derxist ku patozên di nava 72 seatan de venegerin kantona Kobanê wê 2 milyon lîreyên Sûriyên bidin.
Piştî vê biryarê rojane 2 heta 3 patoz vedigerin.
Derdora 650 patoz di katona Kobanê de hene.
Jina bi navê Sewlî Xelîl ji gundê Minasê ku zeviyên wê şewitîn diyar kir ku keda wan a salekê di 3 deqeyan de şewitî û got:
Gelek patoz li herêmê me hene, îro em bê patoz man û zeviyên me şewîtin.
Hêjayî gotinê ye ku cotkarên herêma Cizîrê jî bi hêviya patozên kantona Kobanê ne heta ku zeviyên xwe biçinin.