Li dijî Hewlêrê careke din bi moşekan êriş hat kirin. 3 mûşek li nehya Kewirgosk û nehya Rizgarî yên ser bi bajarê Hewlêrê ve ketin.
Li gorî nûçeya Rojnewsê moşek li nêzî refîneya kar û yek jî li bîrek avê ya li Topzawa ketine.
Heta niha li ser mijarê ti daxuyanî ji aliyê rayedarên Başûrê Kurdistanê ve nehetine dayîn û nayê zanin mûşek ji aliyê kê ve hatine avêtin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku 12’ê Adara 2022’an jî konsolosxaneya Emerîka ya li Hewlêrê û derdora wê bi 12 mûşekan hate bombebaran kirin.
Di encama wê êrişê de welatiyek birîndar bû û ziyana madî li avahiyên derdorê çêbû.
Her wiha Supaya Pasdaran a Îranê bi daxuyaniyekê berpirsyartiya wê êrişê girtibû ser xwe.