Li Stokholmê şêwra diyalogê di roja dûyem de dewam kir

Xebatên Şêwrê ya roja dûyem ya Kongra Stokholmê li Siwêdê ku gelek kesên demokrat ên Sûrî yên mixalîf beşdar bûn bi dawî bû. Kongre di çarçoveya hewlên ji bo çareyeke ku Sûrî tê de hevnêrîn bin hat lidarxistin.

Hevdîtina şêwra duyem ku bi pêşengiya saziya Olof Palme ya navnetewî, tevlêbûna MSD’ê, kesayet û hêzên siyasî yên Sûrî yên muxalif, di roja duyem de bi dawî bû..

Di vê kongrê de nûnerên wezaretên derve yên Birîtanya, Amerîka, Siwîsra û her wiha 30 nûnerên hêzên siyasî yên Sûrî yên mixalîf û kesayetên demokrat amade bûn..

Armanca şêwrê ew bû ku nêrîn û dîtinên ji bo çareserkirina aloziya ku gelê Sûriyê êşa wê dikşîne bên girtin..

Şêwir li ser esasê dîtina çareseriyeke di çarçoveya Sûriyeke nenavendî, nîştîmanî, demokrat ku serweriya axê tê parastin bû.

Seroka navenda Olof Palme Ena Sondistrom teqez kir ku ev hevdîtin ji bo gihandina aştiyê û aramiyê li Sûriyê girînge.

Di şêwra Stokholmê de nenavendîbûn û rengên wê hat nîqaş kirin

Di çareserkirina aloziya ku di nava wê de herêmên dagirkirî û hebûna hêzên biyanî heye, rola hêzên demokrat û bandora wê hat ziman..

Hevseroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed îşaret bi rewşa heyî ya Sûriyê û parçebûna ku hatiye ferzkirin kir û got: “rêjeyên demokrasiyê ku li bakur û rojhilatê Sûriyê pêk hatiye hene.”

Her wiha bi sernavê “Rengê Desthilatê li Sûriyê”, nenavendîbûn û rengên wê hatin nîqaşkirin û rola jinê di dîtina aştiyê de hat ziman..

Back to top button