Li Hesekê civîna gel hate lidarxistn. Di civînê de rewşa siyasî ya herêmê, havkariya PDK’ê ya bi dagirkeran re û xiyaneta wê li dijî gelê Kurd hate nirxandin.
Civîn li Hola Serdem hat lidarxistin û gelek endamên saziyan û welatî jî beşdar bûn.
Di civînê de endamê kordînasyona Meclisa Kantona Hesekê Bawer Mihemed rewşa siyasî ya li Kurdistan û cîhanê nirxand.
Bawer Mihemed bal kişande li ser êrişên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê û got, “Siyaseta PDK’ê li dijî gelê Kurd û bi taybetî gelê başûr e. Ev siyaset xizmetê ji dijminên gelê Kurd re dike.
Mihemed destnîşan kir, PDK xiyanetê li doza gelê Kurd dike û got, “PDK bi artêşa Tirk a dagirker re amadekariya êrişeke nû li dijî dike.
Bi hikumeta Iraqê re li dijî Êzidiyan peymanan îmze dike û destê wê di lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de heye.”
Di dawiyê de Bawer Mihemed bang li PDK’ê kir ku dest ji xiyanet û hevkariya xwe ya bi dagirkeran re berde.