Cotkarên navçeya Tirbespiyê bi 109 patozan dest bi çinîna mewsima genim kir.
Mewsimê îsal ji berhemên genim û ceh li gorî salên borî pirr baş e.
Her çawalek ji genim ta 35 çawalan berhem têne.
Di destpêka meha Hezîranê de cotkarên herêmên rojhilat û bakurê herêmê dest bi çinînê kirin.
Li ser vê mijarê cotkar Usama Kerîdî diyar kir ku her hektarek ji zeviyên genim 25-35 kîs û ê ceh jî 25 – 30 çiwal berhem têne.
Endamê Rêveberiya Komîta Sotemeniyê Elî Remo jî diyar kir ku komîteyê heta niha 465 hezar û 400 lître mazot daye patozan, her wiha 34 hezar û 200 lître dane traktoran.
Elî Remo destnîşan kir ku ew bi şaredariyê û Komîteya Çandiniyê re di nava têkiliyan de ne û tedbîrên pêwîst girtine ji bo agir bi zeviyan nekeve.