Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li navenda Şengalê, derbarê êriş û dorpêça dawî ya li ser Şengalê daxuyaniyek da û got, ewê destketiyên xwe biparêzin..
TAJÊ di daxuyaniya xwe de îşaret bi êrişên hemwext yen li dijî Başûrê Kurdistanê û Şengalê kir û wiha got:
Di van rojên ku dewleta Tirk êrişî başûrê Kurdistanê dike, artêşa Iraq’ê bi fermana Kazimî tevdigere, êrîşî hêzên me yên Asayîşa Êzidxanê kirin.
Ev êrîş li ser tevahî îradeya gelê Kurdistanê û gelên Iraqê ye”
TAJÊ ragihand ku Iraq bi fermana PDK û dewleta Tirk êrişî Şengalê dike û got,
“Destketiyên me yên li Şengalê xeta me ya sor e. Em ê xwe biparêzin.”
TAJÊ’ê bal kişand ser liv û tevgera zêde ya arteşa Iraqê ya li Şengalê û anî ziman ew wek îradeya jinên Şengalê belavbûna artêşê di Şengalê de qebûl nakin.
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî diyar kir roj roja hebûn û tinebûnê ye û ev bang kir:
Yêkîtî û hevgirtina me bersiva herî bihêz dijî van êrîşan e.
Em bang li civaka xwe ya Êzidî dikin, ji bo van hêzên şerxwaz paşde bikşînin erkê xwe bicîh bînin.”