Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî, ragihand di sala 2021’ê de 3 hezar koçber dema xwestin biçin Ewropayê di deryayan de xeniqîne.
Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî di sala derbasbûyî de;
Hezar û 924 kes li ser xeta navîn û rojava ya deryaya Spî yan jiyana xwe ji dest daye, yan jî winda bûne.
Hezaar û 153 kes jî dema xwestine ji ser Efrîkaya Bakurê Rojava biçin Giravên Kanaryayê jiyana xwe ji dest daye.
Berdevkê Komîsertiya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) Shabîa Mantoo li Cenevreyê civîneke çapemeniyê li dar xist.
Shabîa Mantoo ragihand ji serê sala 2022’an jî û heta niha 478 kesan di deryayan de yan jiyana xwe ji dest daye, yan jî winda bûne.
Sedema vê jî, li gorî komîseriyê, awayî nebaş ê koçkirina mirovan e.