Kampaniya komkirina imzeyan ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê dewam dike.
Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê ragihand ku wan li navçeya Dêrikê û herêma Koçerat û Beravê 37 hezar imze berhev kirin.
Partiya Yekîtiya Demokratîk-PYD’ê li Dêrikê îro bi daxuyaniyekê encamên
kampaniya komkirina imzeyan ya ji bo derxistina PKK’ê ji “lîsteya terorê” ragihand…
Li gorî xebatên ku heta niha bi pêşengiya Înîsyatîfa Gel a Dêrikê birêve çûne, 37 hezar îmze hatine berhevkirin.
Xebat bi taybetî li navenda Dêrik û herêmên Koçerat û Beravê hatine meşandin..
Pêşengên kampanyayê ragihandin ku ew ê ji bo derxistina PKK’ê ji lîsetya terorê têkoşîna xwe dewam bikin.